Amed, 01.01.2009
NASKIRINA DEWLETÊ YA KURDÎ GIRÎNG E LÊ DIVÊ TEQEZ KURDÎ WEKÎ "ZIMANEKÎ TÊ FÊMKIRIN" QEBÛL BIKE
Kanala kurdî ya TRT 6'ê di 25'ê kanûnê de dest bi weşana xwe ya testê kir. Li Enqereyê di Studyoya Ariyê de îro saet di 19:00'an de dê bi toreneke fermî vekirina wê pêk bê û dê dest bi weşana xwe bike. Ev yek ji aliyê kurdî ve tiştekî baş e. Li Tirkiyeyê weşaneke wiha ku bi zimanê xwe, bi awayekî "tê fêm kirin" pêngaveke baş e. Lê ev xebat dereng pêk hatiye. Ji bo mirov xwe nas bikin herî ewil divê mirov zimanê xwe nas bikin. Hemû saziyên sivîl û nasnameyên welatekî divê bi awayekî wekhev di qadekê de jiyanê ava bikin.
Dewlet di TRT'ê de niha dest bi weşaneke 24 saetî dike û ji aliyekî din ve jî xwe amade dike ku di bin banê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê de Beşa Kurdolojiyê veke. Ev dewlet ku vê amadekariyê dike, ne lazim e ku zext û zordariyên li ser zimanê kurdî ji holê rake? Ji aliyekî ve di asta fermî de dixwazin kurdî nas bikin û ji aliyê din ve jî kurdî qedexe dikin û astengiyan derdixin pêşiya kurdî. Her wiha ji bo kurdî ji holê rabe jî çi ji destê wan tê, dikin. Dewleta Tirkiyeyê di nava nakokiyekê deye. Bi van pêkutiyên xwe dewleta Tirkiyeyê tiştên balkêş dike.
Şaredarê Geverê yê DTP'yî Salîh Yildiz di Cejna Remezanê de ji bo ku cejna gel pîroz bike panqartek bi navê 'cejna remezanê li we pîroz be' daliqandibû, lê panqart ji aliyê Midûriyeta Ewlehiyê ve nîvê şevê hat daxistin. Parlamenterê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk bi armanca ku qertên cejnê yên bi kurdî çap bike daxwaz ji çapxaneya meclîsê kiribû lê ev daxwaza wî hat redkirin. Ligel vê li Amedê jî bi hinceta ku navê parqan kurdî bûn ev nav ji aliyê Qeymeqamî û Walitiyê ve hatin redkirin. Mimkun e ku em van mînakan zêde bikin. Her wiha li siyasetmedarên ku bi kurdî xatir ji hilbijêrên xwe xwestibûn doz hatin vekirin. Xwendevanên ku li zanîngehan bi zimanê dayikê perwerde xwestibûn jî ji dibistanên wan dur xistin. Şaredarê Sûrê yê Amedê bi hinceta ku di şaredariyê de bi pirzimanî xizmet kiriye ji peywirê girtin. Ev liv û tevger ne li gorî mafê mirovan in. Ev rewş bi giştî rewşeke trajîkomîk e.
Zimanê kurdî çi di dema yekpartîtiyê de û çi di dema rejîma pirpartiyî de wekî hêmaneke ku yekîtiyê xera dike hat dîtin. Ji ber vê yekê di seranserê dîroka komarê de di dema her îktîdarê de zimanê kurdî bi asîmîlasyonê re rû bi rû ma. Hemû navên cî û waran ên bi kurdî wergerandin tirkî. Li ser kurdan qedexe pêk anîn ku navê zarokên xwe bi kurdî daneyenîn. Ligel vê yekê li kolana û pazaran jî kurdî qedexe kirin û ceza lê birîn. Gelê kurd ji zimanê wî mehrûm kirin. Her wiha gelê kurd di saziyên fermî de wekî kerr û lalan mehkûm bûn.
Hîna jî bi tatbetî nahêlin ku kurdî bikeve belgeyên fermî û kurdî wekî "zimanekî nayê fêmkirin" didin nasîn. Zagona (qanûn) bi hejmara 2932 ku kurdî derzagonî didît ji meriyetê rakirin. ÃŽbareya 'zimanê ku bi zagonî hatiye qedexekirin" ji zagona bingehîn derxistin. Qedexekirinên di metnên hiqûqî de bi awayekî ji holê radikin lê zîhniyeta ku bi qedexekirinan hatiye kodkirin dê zû bi zû hînî azadiyê nebe. Ev guhertin jî didin nîşandan ku pirsgirêk bi qasî ku bi guherîna zagonan çareser bibe ne sivik e. Lê divê em ji bîr nekin ku gelek zagonên ku divê bên guhertin hene. Ya ku pêşiyê tê aqilê mirovan xala 42'yemîn a zagona bingehîn e ku perwerdehiya bi zimanê dayikê qedexe dike û xala 81'emîn zagona partiyên siyasî ye ku zimanê kurdî li partiyên siyasî qedexe dike.
Dewlet di naskirin û qebûlkirina zimanê kurdî de tengasiyê dikişÃ®ne. Ev yek di zîhniyeta dewletê de bi cih bûye. Divê dewlet xwe ji vê zîhnîyetê dûr bixe û rêzê ji zimanê welatiyan bigire.
Em wekî MAZLUMDER'ê dibêjin; Wek pêdiviyeke weşana kamûyê û mafê welatiyên kurd, weşana bi kurdî di çarçoveya pîvanên demokratîk de peywira TRT'ê ye. Weşana bi kurdî di çarçoveya mafên çandî de divê ji kontrola dewletê bê derxistin û serbest bê berdan. Divê zagona bingehîn ya ya perwerdehiya netewî bê guhertin û zimanê kurdî di saziyên perwerdehiyê de wekî zimanê duyemîn û zimanê hilbijarî bê bikaranîn û pêşÃ® lê vebibe. Her wiha qedexekirinên li hemberî rêxistinbûn û xweîfadekirinê divê ji holê bên rakirin. Divê navên kurdî neyên guhertin ên ku hatine guhertin paş ve bên dayîn û li mizgeftên herêmê weaz jî bi kurdî bên dayîn, di peywirdarkirinên saziyên tenduristiyê de divê xebatkarên ku bi kurdî dizanin bên tercîhkirin. Di dadgehan de jî xebatkarên ku bi kurdî dizanin bên peywirdarkirin. Her wiha li şanoyên dewletê jî lîstikên bi kurdî bên pêşkêş kirin û li zanîngehan jî enstîtuyên kurdolojiyê yên ku wê li ser ziman û wêjeya kurdî xebatê bikin bên damezirandin.
Seroka Şaxa Amedê ya Mazlumderê
SEHER AKÇINAR BAYAR